
Komeleya Huner û Jiyana Ekolojîk a Mordemê, ku di sala 2017an de li Amedê ji aliyê hunermendan ve bi awayekî kolektîf hatiye damezrandin, navendeke hunerê ya serbixwe ye ku xwedî salona şano û sînemayê ya 160 kesî, stûdyoya dansê, polên mûzîkê û atolyeya peykersaziyê ye. Atolyeyên sînema, şano, mûzîk, dans û hunerên plastîk, festîvalên solo yên navneteweyî, festîvalên fîlman, pêşangeh û konseran li dar dixe.


Atolye, festîval û xebatên Mordem Sanat ên bi zarokan re bi piştgiriya xwebexş û bexşkaran berdewam dikin. Hûn jî bibin bexşkarên me.