Platformeke dîjîtal e ji bo qada huner û çandê ku armanc dike bi bikaranîna hêza yekker a çand û hunerê di navbera hunermend, sazî, rêxistinên civaka sivîl, sektora giştî û kesan de diyalogên domdar pêş bixe. Armanca bingehîn pêkanîna diyaloga çandî û hevkariya çandî ya domdar a di navbera Holanda û Tirkiyeyê de ye. Em ji damezrandina ArtsMapê ve endamê vê torê ne.

Însiyatîfek e ku di serdema pandemiyê de 127 şanoyên li bajarên cuda yên Tirkiyeyê çalak tê de cih digirin; platformek e ku me bi hev re ava kir da ku li Tirkiyeyê şano wekî xizmeteke giştî were hesibandin û ev yek bibe qanûn.

Ji bo pêşxistin û parastina ziman û çanda kurdî dixebite. Em ji damezrandina wê ve endamê vê torê ne û di amadekirina rapora çavdêriya mafên zimanî ya vê torê de, bi pêşniyar û nêrînên xwe di tevahiya pêvajoyê de cih girtin.

Tora wergera şanoya Ewropî ye û armanca wê ya sereke belavkirin û wergerandina metnên şanoyê û danasîna şanonivîsiyê ye. Em ji sala 2019an ve endamê vê torê ne.

Ev kooperatîf bi hatina cem hev a 7 şanoyên ku li Amedê û herêmê bi pirzimanî dixebitin hatiye damezrandin. Armanc ew e ku bi saziyên ku li herêmê xebatên şanoya kurdî didomînin re hevpar û piştevan be, li dijî sansûr û astengiyên ku li herêmê bi berdewamî tên jiyîn bi hev re têbikoşe û beşdarî domdariya şanoya kurdî bibe. Nûnerê saziya me di desteya rêveber a kooperatîfê de peywirdar e.

SUSMA platformek e ku li dijî sînordarkirinên azadiya derbirînê yên wekî sansûr, xwesansûr, qedexe, astengkirin, tenêhiştin, reşkirin û lînça manewî ku civak û kesên di qadên çand, huner û medyayê de çalak pê re rû bi rû dimînin, hatiye damezrandin; armanca wê ew e ku li Tirkiyeyê, ku azadiya derbirînê di bin tehdîdê de ye, her kesê ku qîmetê dide nûçeyê, mafê agahdarbûnê, huner û edebiyatê, bi kurtasî derbirînê, di têkoşîna li dijî sansûrê de xurt bike. Li ser vê platforma ku em endamê wê ne, hevpeyvîn, nêrîn û vîdyoyên me yên li ser girîngî, zehmetî û astengiyên çêkirina şanoyê bi zimanê dayikê, hem ji aliyê platformê ve hatin weşandin û hem jî li belgeyên wê hatin zêdekirin.

Însiyatîfa Yekîtiya Kooperatîfan (Kooperatif Birliği Girişimi), ku ji hatina cem hev a 7 kooperatîfên civakî yên li herêmên cuda yên Tirkiyeyê çalak pêk hatiye, ji bo xurtkirina şanoyên taybet, baştirkirina pêvajoyên hilberîn û pratîkê yên di vê qadê de û pêşxistina çanda piştevaniyê dixebite.