SoloFest4: Rengini Kap Gel (Rengê Xwe Hilgire û Were), ku ji aliyê Mordem Sanatê ve tê lidarxistin, festîvaleke hunerî ya navneteweyî ye ku formên vegotinê yên yek kesî dixe navenda xwe û bi armanca zindîhiştin û ji nû ve şîrovekirina mîrateya çandî pêk tê. Festîval di çarçoveya hibeya projeyê ya Kültür İçin Alan (Qada ji bo Çandê) ya sala 2023an de hate piştgirîkirin, ku piştgiriyê dide hevgirtina çandî ya ji bo herêma erdhejê. Ev piştgirî çalakiyên ku bi taybetî li herêmên piştî karesatê bi rêya çand û hunerê başbûn, hevgirtina civakî û beşdariyê zêde dikin, digire nav xwe.
SoloFestê dema ku formên vegotinê yên kevneşopî yên wekî Dengbêj, Qawılbej û Çirokbej ku di çanda kurdî de cihekî girîng digirin xuya dikir, armanc kir ku van forman bi vegotinên hevdem re jî bîne cem hev. Di festîvalê de ku bi tema “Rengê Xwe Hilgire û Were” wekheviya zayendî û tevgirtinê xistibû navendê, hunermendên jin pirraniyê bûn û du lîstikên bi tema LGBT+ jî di bernameyê de cih girtin.
Festîval di navbera 27ê Cotmehê – 5ê Mijdarê 2023an de li Amedê pêk hat. Bi beşdariya 43 hunermendan ji Îranê, Holandayê û ji her çar aliyên Tirkiyeyê, bi tevahî 14 çalakî hatin lidarxistin ku ji dansa hevdem, performansa rîtuelî, monodram û cureyên vegotina kevneşopî pêk dihatin. Di dema festîvalê de gihîştin 1213 temaşevanan. 36 zarok beşdarî atolyeyên zarokan bûn; bi lîstikên zarokan jî gihîştin 217 kesan.
Dahatên festîvalê ji bo piştgirîkirina gihîştina zarokên herêma erdhejê ya bi hunerê hatin bikaranîn. Li Amedê, bi zarokên ku piştî erdhejê li gundê Peyasê bi cih bûbûn sê atolyeyên hunerî yên cuda hatin lidarxistin; herwiha li ser sehneya Mordem Sanatê ji bo van zarokan û zarokên xwedî hewcedariyên taybet sê pêşandanên lîstikê hatin kirin.