ACT – Azadiya Hunerî û Perspektîfa Zarok û Ciwanan li Tirkiyeyê

Yekem civîna fizîkî ya projeya “ACT – Azadiya Hunerî û Perspektîfa Zarok û Ciwanan di Warê Hunerê de li Tirkiyeyê”, ku me di çarçoveya Bernameya Creative Force a Enstîtuya Swêdê de bi hevkariya Zanîngeha Kadir Has, K2 Hunera Hevdem û Unga Klara pêk anî û di Gulana 2022an de dest pê kir, di navbera 5-15ê Îlona 2022an de pêk hat. Paşê beşdaran 28 hefteyan perwerdeya perwerdekaran wergirt. Modula fizîkî ya din di navbera 4-14ê Hezîrana 2023an de bi mazûvaniya K2 Urla Nefes Alanı ya li İzmirê hat lidarxistin. Di heman demê de ciwanên hatin perwerdekirin wekî stajyer li qadê bi komên referansê re hatin cem hev. Civîna fizîkî ya sêyemîn jî di navbera 9-16ê Kanûna 2023an de pêk hat. Ev civîn, ku 20 beşdarên ji Amed, İstanbul û İzmirê anîn cem hev û di çarçoveya perwerdeya perwerdekaran de qad ji parvekirina ezmûnan re di warên sêwirandina afirandina hunerî ji bo temaşevanên ciwan û pedagojiyê de vekir; dramaturg û nivîskarê lîstikan Erik Uddenberg û derhêner Gustav Deinoff ji Unga Klarayê, Doç. Dr. Zeynep Günsür, Dr. Öğr. Üyesi Özlem Hemiş, endama akademîk Özlem Özhabeş û Barış Arman ji Zanîngeha Kadir Has, û derhênerê hunerî Barış Işık û Savaş Işık ji Mordem Sanatê wekî şêwirmend beşdarî wê bûn. Li ser reşnivîsên sê berhemên nû yên ji sê bajarên beşdarî projeyê bûne hat xebitandin. Di Hezîrana 2024an de pêşandana performansên nû hatine afirandin li İstanbulê pêk hat û proje bi dawî bû.