SoloFesta Navneteweyî ku me îsal bi pêşengiya Komeleya Huner û Jiyana Ekolojîk a Mordemê cara 6emîn li dar xist, di 16ê Cotmehê de bi konsera “Yasak Serenat” (Serenada Qedexe) û kokteyla vekirinê dest pê kir; di navbera 17–26ê Cotmeha 2025an de li Mordem Sanat, ÇandAmed (Navenda Kongreyê) û DİTAVê bi temaşevanan re hat cem hev û bi dawî bû.
Em şeş sal in SoloFestê li dar dixin; mîsyona me ew e ku li erdnîgariya me, di serî de di çanda kurdî de, formên vegotin û performansê yên gelên herêmî ku ber bi jibîrbûnê ve diçin ji nû ve xuya bikin, zindî bihêlin û dîsa bigihînin civakê. Festîvala me ku îlhama xwe ji kevneşopiya vegotina yekkesî ya çanda kurdî digire, armanc dike ku pratîkên vegotin/performansê yên yekkesî yên çandên herêmî û cuda li ser heman sahneyê bicivîne û ji bo parvekirina navçandî û diyalogê qadeke hevpar veke.
Tema SoloFest 6ê, “Li Ber Wendabûnê”, ne tenê bangeke “parastina” mîrata çandî bû; di heman demê de ramana ku mîrat bi parvekirinê dewlemend dibe, di navbera nifşan de tê veguhestin û her ku bi çandên cuda re dikeve têkiliyê ji nû ve tê hilberandin jî kir navenda xwe. Her çend performansên yekkesî ji aliyekî ve wekî formeke vegotina takekesî xuya bikin jî, di rastiyê de ew yek ji hilgirên herî bihêz ên bîra civakî, ezmûnên kolektîf û berdewamiya çandî ne. Ji ber vê yekê, di seranserê festîvalê de her vegotin veguherî pratîkeke bîranînê ya ku li pey şopên li ber wendabûnê diçe.
Îsal li ser sahneya SoloFestê hunermendên ji Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî (Ebû Dabî), Almanya, Îran, Kosova, Holanda, Îtalya, Bulgaristan û Tirkiyeyê cih girtin. Bername di rêzeke berfireh de şekil girt: ji lîstikên yekkesî heta dansa hevdem, ji vegotinên li ser bingeha bîrê heta performansên hevdem.
Bernameya îsal wiha bû:
17ê Cotmehê: “subj:medeA” — Özlem Özhabeş (Ebû Dabî)
18ê Cotmehê: “Bîra Kolektîf û Veguherîna Mekan: Sûr” — Amed Hafıza Kolektifi (Amed) / “Bir Nora Evi” (Mala Norayekê) — Tiyatro Boyalı Kuş (İstanbul)
19ê Cotmehê: “Geriye Kalan?” (Çi Ma?) — Hüseyin Umaysız (Belçîka) / “On My Way” — Sarina Panahideh (Almanya)
20ê Cotmehê: “Tar O Tan” — Shoukef Amiri (Meşhed)
21ê Cotmehê: “İllüzyonist Makî’nin Maceraları” (Serpêhatiyên Îluzyonîst Makî) — Dara Sanat Tiyatrosu (Amed) / “The Dreams of Hamlet” — AKT (Kosova)
22–23ê Cotmehê: “Funda Keeps on Rolling” û “Pes Etme Seçeneğimiz Yok!” (Vebijarka Me ya Dev Jê Berdanê Tune ye!) — Funda Müjde (Holanda) / “PerpetuaPax!” — Accademia Eleonora Duse (Îtalya)
24ê Cotmehê: “Aware” — Kani Theatre (Bokan)
25ê Cotmehê: “The Little Dog Laughed” — Spam Studios (Bulgaristan)
26ê Cotmehê: “Gozî Kilorî Gozî Sitûr” — Dengbêj Mizafer (Êlih)
26ê Cotmehê (Panel): Recep İçen (Mêrdîn) bi mijara “Rola Werger û Adaptasyonê Di Pêşveçûna Şanoya Kurdî De”
Girtin (26ê Cotmehê): “Kaybolmanın Eşiğinde – Evden Geriye Kalan” (Li Ber Wendabûnê – Çi Ji Malê Ma) — Antakya Performative Collective (Hatay)
Em hêvî dikin ku ev qada ku me bi tema “Li Ber Wendabûnê” vekir, ne tenê di rojên festîvalê de, di nav jiyana rojane de jî bigihêje awayên me yên bîranîn, veguhestin û bi hev re hilberandinê.

Wêne: Cansel Deveci
“SoloFest6: Li Ber Wendabûnê” di çarçoveya CultureCIVIC: Bernameya Piştgiriya Çand û Hunerê de ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve tê piştgirîkirin.