Derbarê Me De

Komeleya Huner û Jiyana Ekolojîk a Mordemê, ku di sala 2017an de bi hunermendên ku li herêmê di şaxên cuda yên hunerê de xebatên domdar dimeşînin re bi awayekî kolektîf hatiye damezrandin, bi wê baweriyê ku parastin û pêşxistina îfadeyên çandî û cihêrengiya wan mafekî mirovî ye, mafê her kesî yê gihîştina çalakiyên çand û hunerê û belavkirina wan diparêze. Mordem Sanat rêxistineke civaka sivîl e ku beşdarî qada çand û hunerê dibe; ji bilî ku cihekî pêşkêş dike ku hunermend û hezkiriyên hunerê yên herêmê bikaribin bigihîjin çalakiyên çand û hunerê û projeyên xwe pêk bînin, van çalakiyan digihîne wan beşên civakê jî ku derfeta gihîştina wan nabînin.

Komeleya Mordem Sanat xwedî kompleksa hunerê ya serbixwe ye ku ji salona şano û sînemayê ya veguherbar a 160 kesî, kulîs, stûdyoya dansê, polên mûzîkê, atolyeya peykersaziyê, nivîsgeha xebatê û foyeyê pêk tê. Ji bilî atolyeyên ku di şaxên cuda yên hunerê de (sînema, şano, mûzîk, drama, dans, hunerên plastîk, peykersazî hwd.) tên dayîn, bi rêya hunerê perwerdeyên xurtkirina psîko-civakî jî dide. Mordem Sanat, ku giraniyê dide ragihandina navdîsîplînî û girîngiya avakirina têkiliya hilberînê bi rêya afirandina karên hevpar, ji bo naskirin, bihevrexistin û hevparkirina dîsîplînên hunerî yên çandên cuda û avakirina bîranîneke kolektîf, li ser gelek qadên hunerê nîşandan, performans, panel û semîneran, festîvalên solo yên navneteweyî, festîvalên fîlman, pêşangeh û konseran li dar dixe.

Mordem Sanat, ku axaftina li ser mafên demokratîk û beşdariya avakirina aştiya civakî wekî erka xwe dibîne, diparêze ku riya herî bi kalîte ya gihîştina îdeala avakirina civakeke aştîxwaz, hişyar, demokratîk, dadperwer û dûrî xwenavendiyê; civakeke ku xwezayê diparêze û li ser hînkirinên ku tu kesî ji ber nasname an meylên wî/wê nade aliyekî hatiye avakirin, huner e. Diparêze ku cudahiyên etnîk û çandî dewlemendiyên civakê ne. Li dijî polarîzasyona civakî û cudakariyê hişmendiyeke pirdengî xwedî dike û pêşengiya beşdariya kesan a di jiyana çandî de dike. Ji bo pêşîgirtina li windabûna mafên çandî çalakiyan pêk tîne. Di vê çarçoveyê de, mîsyona wê ev e: pêşxistin û belavkirina derfetên gihîştin û beşdariya çand û hunerê; pêşîdan û xurtkirina çalakî û xebatên ku beşdarî pirçandiyê dibin; ji bo parastin û zindîhiştina nirx û cihêrengiya çandî, beşdarbûna parastina mîrateya çandî; û bi cihgirtina di nav xebatên piştevanî û hevkariyê de bi rêxistinên civaka sivîl ên li ser bingeha mafan dixebitin re, beşdarbûna saziyîbûna aştiya civakî.