Karesatên xwezayî yên wekî erdhejê dibin sedem ku mirov ji aliyê fizîkî, giyanî, aborî û civakî ve gelek zirarê bibînin. Bê guman koma herî hesas a civaka karesatê, ku adetên wê yên jiyana rojane ji nişka ve bi dawî bûne, zarok in. Ji ber ku zarokên ku nû jiyanê fam dikin hêj ne di wê gihîştinê de ne ku zirar û windahiyên karesatan fam bikin, derbaskirina van bandoran ji wan re demeke dirêj dikişîne. Başkirina wêraniyên bedenî û derûnî û ji nû ve xurtkirina girêdana zarokan a bi xwe, bi mirovên din û bi jiyanê re girîng e. Ne gengaz e ku mirov tavilê encamên berbiçav ên xebatên piştgiriyê bibîne, ku bi atolyeyên hunerî ji bo başkirina hin hestên mirovî yên zarokên ku hesta ewlehiyê winda kirine û ji bo derbaskirina tiştên ku jiyane tên kirin. Lê em dikarin bibêjin ku bandorên erênî yên hemû çalakiyên hatine kirin, di demeke dirêj de di qonaxên cuda yên jiyana zarokan de dê derkevin holê. Berî her tiştî, em bandora başker a nehiştina civaka karesatê bi tena serê xwe dibînin: di nav herikîna jiyana rojane de têkilî û çalakiyên bi mirovên cuda re jî bandoreke erênî li ser wan dihêlin.
Piştî erdhejên sala 2023an ên navenda wan Mereş, wekî Komeleya Huner û Jiyana Ekolojîk a Mordemê me dest bi xebatên xwe kir da ku piştgiriya psîko-civakî pêşkêşî zarokên ji karesatê bandor bûne bikin. Me armanc kir ku bi çalakiyên li ser bingeha hunerê xwe bigihînin zarokan, da ku bandorên trawmayê kêm bikin, alîkariyê bidin ku zarok ji nû ve hesta ewlehiyê pêş bixin û girêdanên wan ên bi jiyanê re xurt bikin. Di vê pêvajoyê de, di bin sîwana “Platforma Qada Hunerê ya Zarokan” de, ku me bi hunermend û saziyên serbixwe yên ji bajarên cuda re ava kir, me mekanîzmayeke piştgiriyê ya hevaheng û domdar saz kir.
Bi piştgiriya Mitostê, ji Nîsana 2023an û pê ve, li gelek herêman, di serî de Semsûr û Mereş, me bi zarokan re atolyeyên çêkirina kuklayan, pêşandanên fîlman û lîstikên afirîner li dar xistin. Bi atolyeyên ku li herêmên Narlıkuyu, Balyan, Gömükan-Çamyurdu û Konteynir-bajarê K11 ên Semsûrê; li Narlı, Pazarcık, Taxa Sümer û navçeya Nurhakê ya Mereşê; li Serinyola Hatayê û li Amedê hatin lidarxistin, em bi tevahî gihîştin 1076 zarokan. Zarok ne tenê beşdar bûn, di heman demê de bi lîstikên biçûk ên ku xeyalên wan gihandin ser sehneyê bûn afirîner jî. Herwiha li sehneya me ya li Amedê ji zarokên ji erdhejê bandor bûne re di warên mûzîk, wênesazî û dramayê de perwerdeyên birêkûpêk hatin dayîn û bi 5 pêşandanên lîstikan em gihîştin 368 zarokan.
Kultuer Kolektif- Almanya
5-10ê Tîrmeha 2023an-Bi projeya mîkro-piştgiriyê ya Atolyeyên Hunerê yên Zarokan
- Di navbera 5-7ê Tîrmeha 2023an de, 117 zarok beşdarî 3 atolyeyên li taxên Tomruksuyu, Harbiye û Mızraklı yên Hatayê bûn.
- Di navbera 7-8ê Tîrmeha 2023an de, li Binevler, Gömükan-Çamyurdu û Şexler-Kuşakkaya ya Semsûrê û li navendê li Konteynir-bajarê K11 bi 293 zarokan re atolyeya çêkirina kuklayan hat lidarxistin.
- Di navbera 9-10ê Tîrmeha 2023an de, li Dibistana Navîn a Taxa Sümer û li navçeya Nurhakê ya Mereşê bi 137 zarokan re atolyeya çêkirina kuklayan hat lidarxistin.
Bi tevahî bi 547 zarokan re atolye hatin lidarxistin.
Atolye û Xebatên Hunerî yên di Dema Erdhejê de û Piştî Wê:
- Di roja 2yemîn a erdheja 6ê Sibatê de, me bi bangeke vekirî kompleksa xwe ya hunerê ji bo kesên ku malên wan zirar dîtibûn û cihekî wan ê çûyînê tunebû vekir. Piştî ku avahî ji aliyê mîmarekî pispor ve hat kontrolkirin, biryar hat dayîn ku ewle ye. Nêzî 45 malbatan 20 rojan rojên pêşîn ên erdhejê li navenda me derbas kirin.
- Di 13ê Sibata 2023an de, me dest pê kir ku bi zarokên ji erdhejê bandor bûne yên li stadyuma Amedê dimanin re atolyeyan bikin. Bi destpêkirina van atolyeyan re, me ji pisporan piştgirî wergirt da ku tîma me ya ku dê li qadê bi zarok û ciwanên piştî trawmayê re bixebite, li ser Alîkariya Pêşîn a Psîkolojîk, Îstîsmar û mafan were perwerdekirin.
- 20-25ê Sibata 2023an: Avakirina qadeke lîstikê ya dostê zarokan li qada konan a Kesk li Narlıkuyu ya Semsûrê. Xebata li vê qadê bi Tora Krîzê ya li ser Mafên Zarokan a Amedê re hat kirin. 4 rojan bi 23 zarokên 5-15 salî re atolyeya çêkirina kuklayan hat kirin. Di dema ku em li wir man de, her êvar fîlmeke zarokan ji zarokan re hat nîşandan.
- Di 23-24ê Sibata 2023an de, li bajarokê Balyan û gundê Binevler ê Semsûrê bi 180 zarokan re atolye hatin lidarxistin.
- Ji ber ku qada erdhejê fireh bû û pêdiviya xebateke hevaheng hebû, me ji bo avakirina Platforma Qada Hunerê ya Zarokan hewl da. Di 23ê Sibatê de, ji bo mezinkirina hevgirtinê, me bi 43 saziyan re bi bangeke vekirî platform ragihand û di 6ê Adarê de me civîna yekem a platformê ya li ser Zoomê bi 75 sazî û 6 hunermendên serbixwe re pêk anî.
- Bi pisporên platformê re, me li ser Alîkariya Pêşîn a Psîkolojîk, Îstîsmar û mafên zarokan 4 perwerde li dar xistin. Ev perwerde bi tomarên vîdyoyî hatin belavkirin.
- Ji ber ku me nikarîbû li bajarê konan ê Amedê xebatê bidomînin, me li sehneya xwe ji zarokên ji erdhejê bandor bûne re di warên mûzîk, wênesazî, dansa afirîner û dramayê de dest bi perwerdeyê kir. Di navbera Adar-Hezîrana 2023an de 43 zarok bi berdewamî beşdarî atolyeyên ku bi 12 kesan dest pê kiribûn bûn. Di vê demê de me li sehneya xwe ji bo zarokên ji erdhejê bandor bûne 5 pêşandanên lîstikan pêk anîn û em gihîştin 368 zarokan.
- Di navbera Adar-Tîrmeha 2023an de, di çarçoveya projeya Elele de, me ji tîma xwe ya ku dê li qadê bixebite û ji beşdarên derve re 4 perwerdeyên pîşeyî yên cuda dan. Bi vî awayî me tîma xwe ji bo xebata li qadê ji aliyê teknîkî ve xurt kir.
- Di Nîsana 2023an de, ji bo destnîşankirina cihên ku konên Têkiliyê yên Platformê lê bên danîn, hevkariyên herêmî û amadekirina rapora qadê, lêkolîneke qadê ya 6 rojan hat kirin. Di dema vê lêkolînê de bi zarokan re atolye hatin kirin. Atolye ev in:
- Dostlar Yerleşkesi-Suavi-Serinyol: Bi 54 zarokên 5-13 salî re atolyeya çêkirina kuklayan hat kirin.
- Koordînasyona Kesk-Mereş-Narlı: Bi 60 zarokên 5-13 salî re atolyeya çêkirina kuklayan hat kirin. Di dawiya atolyeyê de zarokan lîstikên kuklayan ên biçûk ên ku bi xeyala xwe afirandibûn pêşkêş kirin.
- Pazarcık-Qada Menderes: Bi 72 zarokên 5-13 salî re atolyeya çêkirina kuklayan hat kirin.
- Di 4-7ê Nîsana 2023an de, bi hevkariya 3 hunermendên serbixwe yên Amerîkî, me li sehneya xwe bi 28 zarokên ji erdhejê bandor bûne û li gundê Peyasê bi cih bûbûn re li ser mûzîk, dans û împrovîzasyonê atolye li dar xistin.
- Di navbera Cotmeh-Kanûna 2023an de, bi dahatên 4emîn SoloFestê, me li navçeya Çinarê ya Amedê û li gundê Gömükanê yê Semsûrê ji 240 zarokên 5-13 salî re 3 pêşandanên lîstikan pêk anîn.
- Di navbera 1ê Cotmehê-31ê Kanûna 2023an de, di çarçoveya projeya “ACT – Azadiya Hunerî û Perspektîfa Zarok û Ciwanan di Warê Hunerê de li Tirkiyeyê” de, stajên 6 ciwanên ku perwerdeya perwerdekaran a Şanoya Zarok û Ciwanan wergirtibûn, bi atolyeyên ku li 4 qadên cuda yên Semsûr, Mereş û Hatayê hatin lidarxistin pêk hatin. 76 ciwanên 14-17 salî beşdarî van atolyeyan bûn. Bernameya stajê bi Xelata Teşwîqê ya Şanoyê ya Gülriz Sururi – Engin Cezzar, ku IKSVê daye Mordem Sanatê, hat piştgirîkirin.