Wekî Komeleya Huner û Jiyana Ekolojîk a Mordemê, ji damezrandina xwe ve em mîsyona vegerandina formên hunerî yên gelên herêmî yên erdnîgariya me, di serî de yên çanda kurdî, ku ber bi jibîrbûnê ve diçin, bo civakê didomînin. Li gorî vê mîsyonê, em şeş sal in SoloFestê li dar dixin. SoloFest6 ya ku em ê îsal li dar bixin, mîrata çandî û veguhestina wê dike navenda xwe. Di Festîvalên Solo yên Navneteweyî de ku me bi îlhama ji forma kevneşopiya vegotina yekkesî ya çanda kurdî li dar xistine, me cih da formên kevneşopiya vegotina yekkesî yên çandên herêmî û biyanî û hewl da ku wan veguhezînin û zindî bihêlin.
Tema festîvala me ya îsal, “Li Ber Wendabûnê”, ne tenê parastina mîrata çandî, di heman demê de dewlemendkirin û veguhestina vê mîratê bi parvekirina wê bi çandên cuda re jî armanc dike. Di vê çarçoveyê de, bi cihdayîna formên kevneşopiya vegotina yekkesî yên çandên herêmî û biyanî, em bawer dikin ku têkiliya van formên hunerî bi hev re dibe alîkar ku çandên cuda hevdu fêm bikin û pêş bixin. Di dema festîvalê de, danûstandina çandî ya ku dê di navbera hunermend û temaşevanan de pêk were, derfeta parvekirina ezmûnên jiyanê yên cuda, kevneşopiyên vegotinê û awayên derbirîna hunerî pêşkêş dike; di heman demê de festîval armanc dike ku ji çalakiyeke ku tenê performansên hunerî tê de tên pêşandan wêdetir, bibe platformeke ku diyalog û hevkariya navçandî teşwîq dike. Me festîvala xwe berê bi hunermendên ji Îtalya, Holanda, Azerbeycan, Îran, Iraq û bajarên cuda yên Tirkiyeyê li dar xistibû; em plan dikin ku ya şeşemîn îsal di navbera 17-26ê Cotmeha 2025an de li dar bixin. Di vê çarçoveyê de, em bi kêfxweşî radigihînin ku serlêdan ji bo hunermendên ku di warên lîstika yekkesî, dansa hevdem, cureyên vegotina kevneşopî, rîtuela hevdem û performansê de dixebitin vebûne.
Ji bo serlêdana festîvalê, divê dosyeyeke serlêdanê ya ku kurteyeke lîstik/performansê, tomara temam a performansê, agahiyên berhemê (kunye) û agahiyên têkiliyê tê de hene, heta 30.06.2025an bi e-mailê ji navnîşana [email protected] re were şandin.