LabHub- Çarşema Zîpa

LABHUB projeyeke hevberhemanînê ye ku di çarçoveya bernameya VAHA de tê meşandin. Proje bi anîna cem hev a aktorên huner û çandê yên serbixwe yên ji bajarên cuda, armanc dike piştgiriyê bide pratîkên bîra çandî, berhemanîna kolektîf û avakirina têkiliyan bi civakên herêmî re.

Di vê çarçoveyê de, Mordem Sanat, Şaneşîn Performans û Nîsk Huner di bin banê LABHUBê de xebateke hevpar pêk anîn. Her sê saziyan ji bo lêkolîn û belgekirina forma şahiyê ya Çarşema Zîpa ku di çanda kurdî de cihekî girîng digire, û ji bo ji nû ve zindîkirina vê şahiya kevneşopî bi afirandina prototîpeke wê ya hevdem, hatin cem hev.

Di çarçoveya xebatan de, li Mêrdînê, Êlihê û Amedê şahiyên bi tema Çarşema Zîpa hatin lidarxistin. Di van çalakiyan de hem vegotin û rîtuelên ku ji berê ve tên hatin lêkolînkirin hem jî ev mîrateya çandî bi formên hunerî yên hevdem ji nû ve hate şîrovekirin. Bi vî awayî hem bi civakên herêmî re têkilî hate danîn hem jî bîra çandî ya kurdî hate xuyakirin.

Li gorî ruhê giştî yê LABHUBê, ev pêvajo bi rêbazeke ceribandinî, beşdarîkar û kolektîf hate meşandin. Di her qonaxê de, ji lêkolînê heta pêkanînê, hunermendên ji dîsîplînên cuda û endamên civakê roleke çalak girtin.