Projeyên li Herêma Erdhejê

Karesatên xwezayî yên wekî erdhejê dibin sedem ku mirov ji aliyê fizîkî, derûnî, aborî û civakî ve gelek zirarê bibînin. Bê guman koma herî hesas a civaka karesatzede ya ku adetên jiyana wê ya rojane di carekê de bi dawî bûne, zarok in. Ji ber ku zarokên ku nû jiyanê fam dikin hêj ne di wê gihîştinê de ne ku zirar û windahiyên karesatan fam bikin, ev bandor dikarin di demên dirêj de derbas bikin. Sererastkirina xirabûnên bedenî û derûnî û ji nû ve xurtkirina girêdana ku zarok bi xwe, bi mirovên din û bi jiyanê re ava dikin girîng e. Ne mimkun e ku encamên berbiçav ên xebatên piştgiriyê yên bi atolyeyên hunerî, ku armanc dikin ku zarokên hesta xwe ya ewlehiyê winda kirine, tiştên ku jiyane derbas bikin û hin hestên wan ên mirovî baş bibin, yekser bên dîtin. Lê em dikarin bibêjin ku bandorên erênî yên hemû çalakiyên hatine kirin di demeke dirêj de di qonaxên cuda yên jiyana zarokan de derkevin holê. Berî her tiştî, em dibînin ku bi tenê nehiştina civaka karesatzede, û heta bi tenê di nav herikîna jiyana wan a rojane de bi mirovên cuda re têkilîdanîn û beşdarbûna wan a çalakiyan jî, bandoreke erênî û dermankar li ser wan dihêle.

  • Di roja 2yem a erdheja 6ê Sibatê de, bi bangeke vekirî me kompleksa xwe ya hunerî ji bo kesên ku malên wan zirar dîtibûn û cihê wan ê çûyînê tune bû vekir. Piştî ku avahî ji aliyê mîmarekî pispor ve hate kontrolkirin, hate biryardan ku ewle ye. Bi qasî 45 malbatan 20 rojan rojên pêşîn ên erdhejê li navenda me derbas kirin.
  • Di 13ê Sibata 2023an de me bi zarokên ku ji erdhejê bandor bûbûn û li stadyuma Amedê diman re dest bi atolyeyan kir. Bi destpêkirina van atolyeyan re, me ji pisporan piştgirî wergirt da ku tîma me ya ku dê li meydanê bi zarok û ciwanên piştî trawmayê re bixebite, li ser Alîkariya Pêşîn a Derûnî, îstîsmar û mafan were perwerdekirin.
  • 20-25ê Sibata 2023an: avakirina qadeke lîstikê ya dostê zarokan li qada kona KESKê ya li Narlıkuyuya Semsûrê. Xebata li vê qadê bi Tora Krîzê ya Bi Navenda Mafên Zarokan a Amedê re hate kirin. Di 4 rojan de bi 23 zarokên di navbera 5-15 salî de atolyeya çêkirina kukla hate kirin. Di heyama ku em li wir man de her êvar ji zarokan re fîlmên zarokan hatin nîşandan.
  • 23-24ê Sibata 2023an: li bajarokê Balyanê û gundê Binevlerê yên Semsûrê bi 180 zarokan re atolye hatin lidarxistin.
  • Ji ber firehiya qada erdhejê û pêwîstiya xebateke hevrêzkirî, me ji bo avakirina Platforma Qada Hunerî ya Zarokan hewl da. Di 23ê Sibatê de, ji bo mezinkirina hevgirtinê, me bi 43 saziyan re bi bangeke vekirî ji bo platformê daxuyanî da û di 6ê Adarê de me civîna yekem a zoomê ya platformê bi 75 sazî û 6 hunermendên serbixwe re pêk anî.
  • Wekî platformê, bi hevaltiya pisporan me li ser Alîkariya Pêşîn a Derûnî, îstîsmar û mafên zarokan 4 perwerde pêk anîn. Ev perwerde bi tomarên vîdyoyî hatin belavkirin.
  • Ji ber ku me nikarîbû li bajarê konan ê Amedê xebatê bidomînin, me li ser sehneya xwe dest bi dayîna perwerdeya muzîk, wênesazî, dansa afirîner û dramayê ji bo zarokên ku ji erdhejê bandor bûbûn kir. Atolyeyên ku bi 12 kesan dest pê kirin, di navbera Adar-Hezîrana 2023an de 43 zarokan bi domdarî beşdar bûn. Di vê heyamê de me li ser sehneya xwe ji bo zarokên ku ji erdhejê bandor bûbûn 5 pêşandanên lîstikê pêk anîn û em gihîştin 368 zarokan.
  • Di navbera Adar-Tîrmeha 2023an de me ji tîma xwe ya ku dê di projeya Elele de li meydanê bixebite û ji beşdarên derve re 4 perwerdeyên pîşeyî yên cuda dan. Bi vî awayî me xurtbûna teknîkî ya tîma xwe ya di xebata meydanê de misoger kir.
  • Di Nîsana 2023an de ji bo diyarkirina qada ku konên Têkiliyê yên Platformê lê bên danîn, hevkariyên herêmî û amadekirina rapora meydanê lêkolîneke meydanê ya 6 rojan hate kirin. Di dema vê lêkolînê de bi zarokan re atolye hatin lidarxistin. Atolye ev in:
  1. Warê Dostlar-Suavi-Serinyol: bi 54 zarokên di navbera 5-13 salî de atolyeya çêkirina kukla hate kirin.
  2. Hevrêziya KESKê-Mereş-Narlı: bi 60 zarokên di navbera 5-13 salî de atolyeya çêkirina kukla hate kirin. Di dawiya atolyeyê de zarokan lîstikên kukla yên piçûk ên ku bi xeyala xwe afirandibûn pêşkêş kirin.
  3. Pazarcık-Qada Menderesê: bi 72 zarokên di navbera 5-13 salî de atolyeya çêkirina kukla hate kirin.
  • 4-7ê Nîsana 2023an: bi hevkariya 3 hunermendên serbixwe yên Amerîkî, me li ser sehneya xwe bi 28 zarokên ku ji erdhejê bandor bûbûn û xwe spartibûn gundê Peyasê re li ser muzîk, dans û împrovîzasyonê atolye pêk anîn.
  • Di navbera Cotmeh-Kanûna 2023an de, bi dahatên SoloFesta 4emîn, me li navçeya Çinara Amedê û li gundê Gömükanê yê Semsûrê 3 pêşandanên lîstikê ji bo 240 zarokên di navbera 5-13 salî de pêk anîn.
  • Di navbera 1ê Cotmehê-31ê Kanûna 2023an de, di çarçoveya projeya “ACT – Azadiya Hunerî û Perspektîfa Zarok û Ciwanan a di Qada Hunerê de li Tirkiyeyê” de, stajên 6 ciwanên ku perwerdeya perwerdekarên Şanoya Zarok û Ciwanan wergirtibûn, bi atolyeyên li 4 qadên cuda yên li Semsûr, Mereş û Hatayê hatin lidarxistin pêk hatin. 76 ciwanên di navbera 14-17 salî de beşdarî van atolyeyan bûn. Bernameya stajê bi Xelata Teşwîqa Şanoyê ya Gülriz Sururi – Engin Cezzar ku ji aliyê İKSVê ve ji Mordem Sanatê re hatibû dayîn, hate piştgirîkirin.