8 Adar Mini Fest 4

Wekî Komeleya Huner û Jiyana Ekolojîk a Mordemê, me wekheviya zayendî û nêrîna jinê xist navenda vîzyona xwe. Ji roja ku em hatine damezrandin ve, em xebatên xwe bi mîsyona parastin, xurtkirin û belavkirina van nirxan didomînin.

Em bi kêfxweşiyeke mezin festîvala “8 Adar Mini Fest” radigihînin, ku em ji bo rêzgirtina li 8ê Adarê, Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ya ku yek ji diyardeyên herî xurt ên vê nêrînê ye, cara çaremîn li dar dixin. 🎉

Îsal em festîvala xwe bi hevkariya DAKAH-DER, Swing Amed û Şaneşin Performans û Şanojinê li dar dixin. Ev festîval ku bi piştevanî û hilberîna kolektîf mezin dibe, armanc dike ku bi civandina pratîkên hunerî yên cuda, qadeke çandî ya ku jin di navenda wê de ne, veke.

“8 Adar Mini Fest” dê di navbera 6–8ê Adarê de pêk were û bi tevahî 7 çalakiyên ku ji hunerên performansê, atolyeyan û şeveke dansê pêk tên, bi temaşevanan re bigihêje hev. Bernameya me wekheviya zayendî û hundirînkirina van nirxan di nav civakê de dike navenda xwe.